Min dizanî ewrên reş çawa dibû bîntengî
li pişta min de êş
di çavên min de hesîr
qûdimên ranedigirt ji xizanîyê
ji nezanîyê
Qorîya Ali Axa dengê min bû
tê de xof
tê de hêvî
wek dergûşek di hembêz de
bê qisûr bi ken bû
li rastê gola gestemerdê
tê de zarokên 12 sali
bê derpe
dilîzin, diqîrin
axa me vedigere li me dixêne
carek din
me ji hev hez kir
carna ji li hev xist
li ber ava golê de berxên hilî
golikên reqsok
mozikên beredayî
hemû ji jîyana me bû
bi xwedî
Min ji te her dem hez kir
Hazir Baba
kele birî
loqme da
min ji te hez kir li serê çîya
Zozan ket bîra min
hesret ket para min.
Weli sebri
Not:Gola Gestemerde û Hazir Baba hezkirina me bû.










